Home Feedback Archive About us Submit news Recommend us News En FA KU
Encumen a Ferhengî

Komek a Malî

Bûltina xeberî saziman

 Name jibo Hesen Rohanî, sa zimanê Kurdî li Xorasanê
dema nivîsê Monday, 14.May. @ 12:34:32 UTC

Pirtir ji sed çalakvan yên çandî û sivîl ên kurd li bakûra xorasanê li tarîxa 26 April 2018,an sewa Hesen Rohanî reyîs cimhorê Êranê namêk şandin û daxwaza bi rêxistina qada ziman û edebîyata kurdî li zanîngahên bakûra xorasanê kirin. Hêcayî gotinê ye ku wan li sala parî jî sa zanîngah Bijnûrdê ra namêk şandibû ku hîn jî cewab nedane.



Bi navê Xwedê yê dilovanî û ronahîyê

Dr. Hesen Rohanî

Reyîs cimhorê Êranê

Silav û rêz û xêr

li ser bi zelalî amajekirina li destûra bingehîn /Qanûna Esasî (madeyî 15 û 19) û gotinên desthilatdarên paye bilind, yêk ji wan jî cenabî te, û rêveberên zanistî û çandî yên sîstema Îslamîya Îranê, ku tekîd  bi giramî girtina mafên mirovahî, mafên şehrwendî, û mafên qomî yên xelkî Êranê û hem jî bi dîtina qanûna jimareyî 13951207 bi tarîxa 25/02/2017 ya wezareta zanistî sa îblax-kirina bernameya dersî jibo bi rêxistina qada ziman û edebîyata kurmancî, em komek ji xelk û çalakvan ên çanda kurdî li Xorasana Bakûrî û Rezewî li tarîxa (pêncşemî 26 April 2018an), bi şandina namêkê sa mawinê bi rêz yê perwerdeyî ya zanîngah Bijnûrdê, daxwaza çêkirina rişta ziman û edebîyata kurdî (BA, dereca lîsansa berdeam) li zanîngah Bijnûrdê kir (ev nama jî sa dîtina we bi vîya ra hatîye girêdan).

Bi dax û tesof, nika pirtir ji çend meh,an ji daxwaza me ya qanûnî û bi heq retdibe/derbaz-dibe, lê zanîngah Bijnûrdê ti cewab ya resimî û dirust nedaye me û mijar jî hatîye sekinandin. Bi vê dîtina ku ev layîq û şayîste nîne ku cewaba daxwaza me bêbe dirêjkirnê taku jibîr-bibe, û mafên însanî û şehrwenndî û qanûnî ya me bi aşkare pêmal be, em ji reyîs cimhorê îslamî ya Êranê dixwazin ku destûr bidin taku pey daxwaza me bigirin û daxwaza me îcra bikin.

Komek ji çalakvanên çandî yên Xorasanê

(nav parastîne)

Kopîyek sewa:

wezirê zanîst, lêkolîn û teknolojîyê, jibo îqdamên lazim


 ..........

 

Bi navê Xwedê yê dilovanî û ronahîyê

Dr. Omidreza Dehghan

(Cîgirê Perwerdeyî, Zanîngeha Bojnurd)

Silav û rêz û xêr

li ser bi zelalî amajekirin li destûra bingehîn (Qanûn Esasî) û gotinên desthilatdarên paye bilind û rêveberên zanistî û çandî yên sîstema Îslamîya Îranê, û ji bo pêwîstî û dilsozî sewa welatî xwe, em îmzakirê vê daxwaznamê, wekî komek ji xelk û çalakvanên çandî yên Kurd li Xorasanê (Xorasana Bakûrî û Rezevî), ku dixwazin mêrata çandî ya Îranê biparêzin, vekirina qada ziman û edebîyata kurdî (bi xet û alfabêya normal û qanûnî ya Îranê) li Zanîngah Bijnûrdê, nîyazekî zerûrî dizanin, û li ser vîya ku hejmarek mezin kurd li Xorasanê ne û rola girîng ya çandî û tarîxî ya Kurdên Xorasanê ji bo xizmet kirin li Îranê,  em ji mesûlên bi rêz yên zanîstî û perwerdeyî li bakûra xorasanê dixwazin ku bicîhanîna vê nîyaza bingehîn ya xelkê bi cidî bibînin.

Ji ber vê yekê, û li gor benda jimareyî 13951207 di tarîxa  07/12/1395 (25/02/2017) ya wezareta zanistî da, û her wiha ji bo rêzgirtina mafên mirovan û sîvîl û etnîkî li gor gotarên madeyî 15 û 19 ji qanûna bingehîn ya welatî me, em ji cîhgirê bi rêz yê perwerdehiyê dixwazin, sewa bi rêxistina qada ziman û edebîyata kurdî (BA, dereca lisansa berdewamî) li Zanîngah Bojnurdê, îqdamên minasib pêkbîne.

Gomek ji çalakvanên çandî yên Xorasanê

(nav parastîne)

Kopîyek sewa: 

Cîhgirê perwerdeyî (û dayîreya şewra pêşxistina bilind) ya wezareta zanîst, lêkolîn û teknolojîyê, jibo îqdam û peygirtina minasib


 
Alternatîf
 Li ser kaxezê çap bike Li ser kaxezê çap bike
 Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne


Nûçeyên din ...

Calaki

Powered by Samiei Solutions
Home Contact Archive About Us Submit News Recommend Us NEWS