Konfiransa Kurdên Xorasanê li London, UK.

dema nivîsê

Kurd li her dere dinê bibin jî ew ji kurdistanê çûne wan deran. Kurdên xorasanê jî li dawîya sedsala şanzdan ji Kurdistana bakûr hatine koçandin.

Konfirans: Kurdên Xorasanê

DÎROK, ÇAND, ZIMAN, HERDNIGARÎ Û STIRANÊ

KURDÊN XORASANÊ

GOTARVAN: دکتر افراسیاب شکفته

CÎH: KURDÎSH ADVÎCE CENTRE (KOMKAR),

LONDON, UKROJ: YEKŞEMÊ 31/05/2009

DEM: Saet 15:30 – 18:30

Kurdên menteqa Xorasanê

(Bakûra rojhelat a Iranê)

دیروک (تارینش)

Rədan, ceng û bəyerên ko li ser xaka Kurdistanê di domahîya dîrokê da ji dema hatina îslam pêsh ve pêk hatine, sebeba perîşanî û veqetandin û ji hev pijiqandina xelk û netewa Kurd bəne. Heke em bixwezin wan cengan yên mezin û dirêj bi rêzken, bi giştî 4 caran Kurdistan bi dijwarî hatiye bin êrîşa dijmin û neyarên zalim.

Li her ceng û şe r an da 2 forim xisaret û zerar pêk têne;

A – yên fîzîkî / hişk ko xisareta canî, koçdan, xakî û welatî.

B – yên ne-fîzîkî / nerm ko xisareta çandî, civakî, ferhengî û zimanî pêk tîne. 1- Kurdistan li sedsala 7an (qerna 7an a zayînê) ji aliyê Ereban (yên menteqa Hicazê) bona belav kirina ol û dîna îslam hate bin êrîşa wan.

Hezret Mihemed îbn Ebdolah li sedsala 6an (sala 571an a zayînê li Hicaz ji dayîk bû / hate donyayê).

Li emir û temena 40 salî (sala 611an ya zayînê) dest bi dewet û belav kirina diyaneta îslam li hundir Hicazê da kir. Hezret Mihemed li sala 632ane zayînê da mir, lê yên ko bi pê ola wî ketin ji dû wî da rêça wî girtin ber xwe û bona belav kirina îslam li herêm û navçên dormadorî xwe êrîş kirin. Yek ji wan jî xaka Kurdistanê bû. Lê êrîşa wan bi ser Kurdan weqes pîroz nebû ji ber ku em îro jî dibînin ko hinek ji Kurdan misilman nînin.

– Kurdistan li sedsala 13an û 14an (qerna 13an û 14an a zayînê) ji aliyê xanedana Miqolan (Mongols / Hulagoxan û Çengîzxanê miqol û yên pê wî) hate bin êrîşeke mezin.

Li Kurdistanê wilayeta Şehri-zər, Hewlir û menteqa Diyarbekir li sala 1350an ya zayînê ji ber zilim û perîşanî yên Miqolên zalim hate xaret û talan kirin herwiha birek ji xelkê Kurd helaket kirin û yên man jî revîne ser çiyan.

– Kurdistan li sedsala 15an (qerna 15an a zayînê) ji aliyê Teymər gərkanî – Leng (Teymûrxanê K ulek Efqanî û yên pê wî) hate bin êrîşeke gir.

Wan ji bo serketin û zeft kirina menteqa Qefqazê divê ji riya Kurdistanê da derbasî Qefqazê bibûna. Wan menteqa Diyarbekir û Cizîre bindest kirin herwiha xisaret û zirareke zehf dan Kurdistanê û helaket û derd û êş û tengasî anin serê Kurdan.

– Kurdistan li sedsala 16an û 17an (qerna 16an û 17an a zayînê) ji aliyê Osmaniyên Tirk û Sefeviyên Iranê hate bin êrîşê.

Bi taybetî li navbeyna sala 1510an ta 1640ane zayînê (nêzîk li 130 salan) belkî 20 ta 25 şer û ceng yên qiçik û gir di navbera Osmaniyan û Sefeviyan da çê bûne. Li wan 130 salan da Kurd daîm û hertim li bin tengasiyê, xemgîniyê, êş û helaketê bəne. Wan şeran gelek Kurd bê cih û mekan kirin (hinek jî cih bi cih kirin) û gelek Kurd jî rû li qorbetiyê û sirgûnê xistin. Li

wê demê bû ko ew bela reş a cudakirin ji Kurdistanê anîne serê k al û pîrên me (Kurdên Xorasanê) û nêzîk li 60,000 malbatên Kurd dan bi koçkirin û ji Kurdistanê (Kurdistana Bakûr) veqetandin û şandine derevay Kurdistanê.

Li dawîya sedsala 16an (1598an a zayînê) ji Kurdistanê şandine Qefqazê (ji rêya Nexcevanê) û li destpêka sedsala 17an (1610an ya zayînê) ji qefqazê şandine menteqa Xorasanê (ji rêya Rûdbar û Weramînê).

Li wê demê Qefqaz li bin hikûmeta Împeretorî ya Îranê bû.

Ew Kurdên ko bi zorê û zulma zordaran û dîktatoriya Shah Ebass Sefevî şandine Qefqazê (bi taybetî menteqa Qerebaqê) ji bo demekê li wir dagirtin (ji sala 1598an ta 1605an ya zayînê). Li sala 1605an ya zayînê ji wir dan rakirin û ji riya Weramînê (li rojhelata Tehranê) şandine Xorasanê, li sala 1610an ya zayînê gihiştine Xorasanê.

Kurdên ko ji Kurdistana Bakər şandine Qefqazê piranî ji deverê Gola Wanê bəne.

Wê demê wan li wir koçberî dikirin bi taybetî ji menteqa Mîrayetiyên (konfidirasyûnên) eşîrên Kurd wekî; هکاری (deverê Qereqoçan, Bohtan (Cizîre, Siîrt, Şirnax, Silopi, Batman, Şirvan, Millan (Çinar, Merdîn, Riha, Viranşehir, Omerli , Baraz (Elbistan, Maraş, Adiyaman, Çol (Qamîşlo, Nusaybîn ta nêzîkê Efrîn, Çamişgezek (Erzirûm, Sariqamîş, Meletiya, Agrî (deverê Qerequş bûne. Zimanê Kurdên Xorasanê wekî Kurdistana Bakər Kurmanji ye.

Konfidirasyûnên Otonomî yên Mîr û eşîrên (Êlên) Kurdan, Sedsala 16an.

Şah Ebass Sefevî bi şandina Kurdan bi Xorasanê dixwest ko çend xalan bi dest xîne. Xwestin û armanca Kurdan bi dilê wî nebû û ji bo hildagirtina tac û textê padişahiya xwe ji tirsan Kurd ji hevdu dipijiqandin. Menteqa Xorasanê ji dəyî qirkirina Çengîzxanê miqol hatibû hilweşandin û bênifûs bəbû herwiha bêganan bi hêsanî ji wir êrîşi Îranê dikirin. Qezaqan û Tirkmanan jî ji aliyê Bakəra Rojhelata Îranê (menteqa Xorasanê) êrîş kiribûn û ta menteqa simnanê dagîr kiribən.

Netîce û serencama progirama Şah Ebass Sefevî bû bela sa Kurdan re û bi taybetî bû destpêka bindestiya kurdan ko hîn jî ta îro li bin destin.

Wexta ko Kurd gihiştine Xorasanê li navbeyna Kurdan û ew Qezaq, Uzbek û Tirkmanên êrîşger ceng û şereke pir mezin pêkhat û ji her du aliyan hinek hatine kûştin û li encamê de qezaqan şikest xwer (yan hatin kuştin yan jî revîne welate xwe) û Kurd pîroz bûn.

Şah Ebass ko zor u qodreta Kurdan dîtibû bi têkilîya xwe bi serok eşîretên Kurdan ve dest bi gotûbêj û miamile di derheqê xwe û kurdan pêkanî.

Şah Ebass li encamê de bo hikûmeta xwe û yekparetiya Îranê, xwe deyndarê Kurdan dît û Kurdên Xorasanê ji dayîna bac û maliyat, ceziye û xeracê miaf kirin û ew menteqa Xorasanê (ko ji dû qirkirina miqolan û teymorxan û qezaqan bênifûs bûbû) bi yasayî, qanûnî û mafî da Kurdan û Şehira Qoçanê bû paytexta desthelata konfîdirasyûna Kurdan (Herêma Kurdan a Xorasanê).

Kurdên Xorasanê ta zemana Nadir Şah jî ji dayîna maliyatê miaf bûn lê Nadir Şah jî canê xwe û textê padişahiya xwe li sala 1747an a zayînê da ser vê mijara.

Nêzîk li 300 sal (ta zemana Reza Şah, 1910 a də zayînê) Kurdên Xorasanê hikimran û desthelatdarê wir bən.

Reza Şah li dijî hikûmetên herêmî derket û hewl da ser damezirandina yek hikûmet û yek welat (Iran) ko ewa bû destpêka kokanîna ferhengî, çandî, zimanî, civakî û hikimranên herêmî. Kurdan jî li menteqa Xorasanê wekî qismek ji Kurdistana k al û pîrên xwe cih girt û qebûl kirin ko em pêşiya êrîşa ecnebiyan bi herd û menteqa Kurdî li Xorasanê digirin û wê biparêzin.

Bi gotina hinek zanîstan; niha wekî menteqa Nexciwanê ko li derevay azerbayjanê ye lê qismek ji welatê Azerbayjanê tê ber çav, menteqa Kurdên Xorasanê ko li derevay Kurdistanê ye jî qismek ji welatê Kurdistanê ye û divê gişt mafên wan bêbin hurmetkirin û parastin. Kawe yê hesinkar ko sazendê cejna agir a Newrozê ye (621 BC), serokê êla Kawan bû.

Eşîreta (Êla) Kawan li Kurdistana Bakûr li meteqa Hekarî, Adiyaman, Siîrt, Agrî (qerequş), gundên Kaweya sufla û Kaweya uliya li başûra Tunceli rû le Meletiya dijîne. Hinek jî koçandine rû li menteqa Çorum û menteqa Qonya û niha hîn jî li wir dijîne. Eşîreta (Êla) Kawan / Kavanlu li Xorasanê li menteqa Radkan, Çêşmegîlas, Deregez (Kela Zingilan, Şemsîxan, Çapişlu) û hinek jî li Qochan, Faroj, Şirvan û Bijnûrd de cîh girtine. Eşîreta Kawan li menteqa Qefqazê (bi taybetî Qerebaq) li Şehrên Şûşe û Zingilan dijîne.

Êl û Eşîrên Kurdan Hinek ji Kurdên menteqa Erzirumê û Sariqamîş navê Çamişgezek bi xwe ra birin Xoras lê li sala 1760an ya zayînê navê Çemişgezek li wir hate guherandin û konfidirasyûna Zeferanlû damezirandin.

 Mîrayetiya Zeferanlu ji Rojavay Meşhedê û Serexsê ta nêzîki Bijnərdê bəye. Eşîreta Şadlu li deverê Bijnərdê (Buzanyurd) ye. Eşîreta Qereçorlu li menteqa Similxanê û Aşxanê ye.

Herdnigarî ya menteqa Kurdên Xorasanê Kurdên Xorasanê li bakəra rojhelat a Iranê dijîne.

Menteqa Kurdên Xorasanê ji aliyê başər da li qisma jor ya wilayeta gire Xorasanê ye û ji aliyê bakər da jî li bin sinəra (serheda) Turkmenistanê ye. Ji aliyê rojava de ta wilayeta Gulistanê didomê û ji aliyê rojhelat da jî ta şehrên Meşhedê û Serexsê dikişe.

Rêzika herdnigarî ya menteqa Kurdan li Xorasanê di navbera N(36.5 – 38.5)° û E(56 – 61)° da

  1. Rastika menteqa Kurdan li Xorasanê bi texmîn li dor 64.144 Kilomeqare (64.144 Square-Kilometres) ye.

Çiyên ko li dormadora menteqa Kurdên Xorasanê ne Aledax li başura Şehira Bijnûrdê, Salûk (tepika bilind; 2670 meter) li rojavayî Aledaxê, Şayjan (tepika bilind; 3032 meter) li rojhelata Aledaxê ye ko li başûra Şehirên Qoçanê

û Şirvanê dibe. Bînaləd (tepika bilind; 3211 meter) li başûra newal a Qoçan – Meşhedê ye ko li bakəra Nişabur (bi taybetî deşta Marûskê li menteqa serwilayetê) dibe.

Çiyên ko li aliyê sinəra Turkmenistanê ne: Hezarmesjid li bakəra Şehrî Qoçanê ye. Çiyê zêneyînan(tepika bilind ko nav Gulîl e; 3200 meter) li bakûra Şehrî Şirvanê ye.

Her du rêzên çiyan yên jêr û yên jor bi hev ra newaleke mezin a bi darûber çêdiken ko gişti Şehir û gundên Kurdan lê cih digire.

Şehir Şehrên menteqa Kurdên Xorasanê vina ne: Qoçan, Şirvan, Bijnûrd, Radkan, Raz, Çinaran, Deregez û dirûnger, Faroj, Bacgîran, Kelat, Layîn, Serwilayet(Deşta Marûskê), Esperayîn, Cowîn, Meşkan (Bakura Sebziwar), Aşxane û Similxane.

Nifûsa kurdan li menteqa Xorasanê li dor 2 milyûnan

  1. Kurd li Xorasanê bi lehca Kurmanji ya zimanê Kurdi diaxifin (gepdiken).

Riyên menteqa Kurdên Xorasanê yên di navbeyna şehran de asfalt kirine lê yên gundan û dêhatan ne asfaltin.

Li menteqa Kurên Xorasanê tirên û qetar tune ye. Li şehrî Bijnərdê firokxane heye ko rêwî, gervan û tərîst dikarin bi firokan ji gişti welatên donyayê bêbin bo serdan û dîtina wê menteqê.

Çem (Avrê – Robar Çemên menteqa Kurdên Xorasanê vina ne: Atrek ko nêzîk bi dirêjahî ya newala menteqa Xorasanê ji aliyê rojhelat ber ve rojava diherike, li dawî da dirêje derya Kaspiyen li bakûra Iranê.

Keşifrûd ko ji Atrekê qiçiktir e ji çaryeka rojhelata menteqa Kurdên Xorasnê radibe û rû li mixalifî Atrekê diherike û ber ve çola qereqûm li nav Turkmenistanê tere.

Kurdên Xorasanê;

Çiya, Şehir, Gund, Rê û Çem.

Hewa

Menteqa Kurdên Xorasanê bi giştî li havînan gelek xweşe, bi taybetî ser çiyan û zozanan pir xweşe û hênike, li deştan û nav şehiran jî hewa germ e.

Lê li zivistanan hewa pir sare û carina dereca hewayê digihêje 20 derece bin sifir (- 20 °C). Ji ber vê yekê kinc û cil û berkên germ li zivistanan pêwîste.

Civak û Çand Me Tilivîzyûn û Radyo bi zimanê kurdi tune ne. Hikûmet jî li dijî Kurda ye û her kes jî ko mafî heyîna Tilivîzyûn, Radiyo û Rojname bi zimanê Kurmanjî bêhîne holê ji aliyê hikûmetê da ceza dibe.

Li menteqa me xwendin û nivîsandin bi zimanê Kurdî qedexe ye.

Li menteqa me damezirandina hizb, saziman û komelên kurdi yên perwerdeyî, medenî, ziman û dîrûkî qedexe

  1. Kurdên menteqa Xorasanê hemêşe li bin çavê hikûmetê ne. Xwendewar, nivîskar, zanîst û roşenbîrên kurd bi manêne corbicor tên girtin û li

bin zext û sitemê ne. Cecoxanê Kaw î (zengilî) û Ceferquliyê zengilî her du ji êla Kawan bûne ko li menteqa Xorasanê (Ceferqulî û Cecoxan li başura Deregezê; bi taybetî li gundên Zingilan, Şemsîxan û Çapişlu dijîbûne, pir bi nav û deng in. Ceferqulî şaiîr û helbestvan bəye lê Cecoxan serdar, cengawer û têkoşer li hemberî êrîşên Qezaqan û Tirkmanan bəye. Bi desta zingilan ji êla Kawan re zengilî digotin (topera bi zengilan) ji ber ko wan li koçberî û karevanên xwe zengil (zîl) li ser kapanê stûya devan / uştorên xwe de dardadikirin.

Nifûs Li êranê serjimêrî ya dimokratîk ko lê yeqîn û îtimad bikî tune ye.

Serjimêrî li ser netewên (milîyetên) êranê ko bi zimanê qeyrî Farsî ne qet nebəye. Hêjmara Kurdên xorasanê bi texmîn li dor 2,000,000an e.

Li dawiya vê konfiransa û axaftina xwe ji birêz Azad Ayyildirim rêveberê navenda Komkar pir sipas dikem. Birastî navenda Komkar ji bo Kurd û Kurdayetî xebat dike. Hemû karmendên Komkarê li konfiransa Kurdên Xorasanê pir zehmet kişandin, ji we ra xêr û xweşiyê û serketinê hêvî dikem. دکتر

افراسیاب شکفته لندن، انگلستان، 31/05/2009 afradvm@yahoo.co.uk

www.kurmanj.org

Leave a comment