Cecoxan Serdarê milî yê Kurmanc
Li menteqa Kurmancên Bakura Xorasanê jî xelk bi rêberîya Cecoxîn li sala 1906,an sa înqilaba meşrûteh serhildan çêkirin û bi resmî Cecoxan bû hikumranê / serokê menteqa kurmanc ya Xorasanê.

 

Cecoxan Serdarê milî yê Kurmanc

(Menteqa Kurmanj, Bakûra rojhilat ya Îranê)

Ênqilaba meşrûte rûydaneke dimokrasîxwazî ya heqdarî li tarîxa nû ya Îranê ye ku natemam ma. Qîyama meşrûte ya Îranê komek ji rûydan, kar û hewldan in ku li zemana Mozefer-al-dîn Şah yê Qacar û paşê jî li zemana Mohemed Elî Şah yê Qacar sa guherandina hikometa îstibdadî bi hikometeke qanûnmed bi rê ket, ku parlimant û yêkim qanûna bingehîn (make qanûn) ya Îranê da çêkirinê.

Li hikometa Mozefer-ol-dîn Şah piranîya xelkê narazî bûn û dest ji kêr kişandin û li nav şehran û menteqên cûr bi cûr yên Îranê derketin û narazî bûna xwe nîşan dan. Paşê Mozefer-ol-dîn Şah fermana qanûna meşrûtê êmza kir. Fermana qanûna meşrûte der esil fermana çê kirina Meclîsa şowra ya milî (netewî) ye ku Mozefer-ol-dîn Şah li Oktobira 1906,an da li cewaba narazîyên hereketa meşrûtê ya Îranê êmza kir, û ji rêya wê da beşdar bûna xelkê li hikometê qebûl kir û haka hikûmeta meşrûte ya qanûnî li Îranê ava bû. Xelkê sa derketin û belav bûna fermana qanûna meşrûtê şahî û bezim bi rê xistin. Yekim meclîsa Îranê li Tehranê çê bû (Oktobir 1906). Nemayende û nûneran dest bi çê kirina qanûna bingehîn kirin û va qanûna jî li royên dawî ya jîyana Mozefer-ol-dîn Şah gihêşte êmza wî.

Ji dû mirina Mozefer-ol-dîn Şah (berfenbara sala 1285,an ya Rojî) da Mohemed Elî Mîrza bû Şah, û ji destpêkê da li dijî meşrûte û meclîsê sekinî. Wî li merasima tac danîna xwe nemayendên meclîsê dewet nekirin. Qanûna bingehîn (make qanûn / qanûn esasî) jî êmza nekir. Urisan Şahê teze (nû) li dijî meclîsê û meşrûte roj bi roj pirtir teqwîyet kirin û alîkarî danê. Dijber bûna Şah li hember meşrûte û meşrûtexwezan dîsa bû sebeba narazî kirina xelkê.

Kovara heftenameyî ya Sûrisrafîl ku li wê çaxê çap dibû, rolekî mohim li hewildana xelkê rû li azadîxwestin û li dijî Şah û Axondên (şîxên) ku li alîyê wî bûn mîna Şîx Fezilulah Nûrî yê osûlgera ku li dijî Meştûteh bû, hebû. Mohemed Elî Şah û mistavêtên (mostebidên) din bi Şîx Fezilulah Nûrî va hinek li dijî Parlimantê (Meclîs) li dorê Meclîsê komkirin û êrîş ser Nemayendên Meclîs û parêzvanên Meclîsê kirin. Ji dû avêtina bombekê rû li erabeya Şah ku bi destên hevrêyên Heyder-xan Emûoxlu va bû, Ew bi cidî li dijî Meclîsê sekinî û çû Baxê-Şah û qereqûla leşkerî ya Qezaq li dijî Meclîsê amade kir. Serheng Lîyaxof yê Oris ku Serleşkerê (Serdar / Fermande) qereqûla Qezaq bû êrîşa xwe ya li ser Meclîsê destpê kir. Lîyaxof bi qoşûna xwe va Meclîs dorpêç kirin û Debistana Sipehsalar jî topbaran kirin (23 June 1908). Hinek ji parêzgerên Meclîsê li vê êrîşa hatin koştin (jîyana xwe ji dest dan). Mohemed Elî Şah, mesûlîyeta hikûmeta nizamî (çekdarî) da Lîyaxof û kete dû teqîbkirina Nemayendên Meclîsê û azadîxwezan û ew binçav kirin. Hinek ji meşrûtexwezan xwe veşartin û hinek jî çûn derevayî Îranê.

Li şehr û menteqên cər bi cər yên Îranê şəriş bi rêketin. Xelkê Tebrîzê ji dəy bihîstina xeberên Têhranê sa alîkarîya meşrəte li dijî Mohemed Elî şah serhildan çêkirin. Şah qoşən ə həzən doletî sa tepserkirina (serkəb) xelkê şandine Azerbaycanê. Serdarên milî yên Tirkên Azerbaycanê (Setarxan – Baqirxan) û Heyderxan Emûoxlu tevgera xelkî Azerbaycanê û hêzên çekdarî sazkirin ta li miqablî qoşûna doletî bisekinin.

Li menteqên Loristan û Êsfihanê jî îtiraz û gazîyên xelkê bû sebeba rêzkirin û sazkirina hin kesan û bi tevlêbûna Bextîyariyan kar gir bû. Semsam-ol-Seltene êlxanê Bextîyarî bi qoşûnek çekdar va gihêştine Êsfihanê. Birê wî yê serdarê netewa Loristanê Cenabî Alîqolîxan Serdar Ased jî ji Ewropa hat Êsfihanê. Li Kurdistanê jî cemaet bi rêberîya Yarmohemedxanê Kirmanşanî qîyam kirin.

Li menteqa Gîlanê qoşənin bi fermandehîya Sepehdar Azem ji alîyê Bakər û qoşənên Bextîyarî jî bi fermadehîya Alîqolîxanê Serdar Ased ji alîyê Başər da hatin Tehranê û hêzên Bakər ə Başər li nîzikî Tehranê gihêştin hev. Li Tehranê jî dîsa xebat û talaş pir bən. Li vê wexta hêzên orisan, ku ji alîyê Anzelî hatibûn, gihêştibûne Qezwînê û hêzên înqilabî yên meşrûte ji pey ra ditirsandin û tehdît dikirin.

Li xorasanê jî hinek serbaz yên Orisan bi sîlah û tifangên xwe va mexer girtin. Tebîeten gihêştina serbazên Orisan sa piştîvanî kirin ji kesên ku li dijî meşrûtexwaz û hikûmeta meşrûte bəne ye. Nimûne ji meşrûtexwazên Bakəra xorasanê jî Serdar Cecoxanê Kurmanj û hevalên wî va bən.

Kesek bi navî Yûsif Heratî li şehrî Meşhedê bi aşkarî hengê dijberî li hember meşrûte saz kir û bi teşwîq û tîzkirina bêganan, komek ji loqender û serkêş û qulteşeng (fêlbaz / sextekar) li dora xwe berhev kirin û bi aşûb û fitnegerîyê şehr ji aramîyê derxist û li dijî meşrûtexwazan kar dikir. Roya şemîyê deh,im Ferwerdîn, sala 1290,î ya rojî ji alîyê konsûlxana Orisîyet gotinek belav bû, ku eger xelk da du saet mayî rofirîn ji bargeh û herema Îmam Reza dernekevin û kasibkarên bazarê jî danegerin ser karên xwe ê mecbûr bin ku bi alîkarîya hêzên çekdarî û mermîyên topan xelkê veqetînin. Tiştek ret nebû ku serbazên çekdar / tifangdar yên Orisan li pêşîya meçît / mizgeft Came û karwansera Bank ket qorê û ji alîyê din da jî loqender û aşəbger li ser meçîtê û guldestan bi tifangên xwe va berhev bən. Serbazên Orisan û topçîyên wan jî ji çend niqtan da amadeyî gulekirinê bən. Wexta qerarê teva bû û bi carekê ra ji çend alîyan dengên teqîna topan bilind bû mermîyên sûr ber bi gomêz û bargeha Îamamî heşt,im hatine avêtin. Hink yên bi tifang û topên sivik pêş va çûn û herem û zerîhên îmam reza gulebaran kirin. Mohemed Teqî Bihar (Melik-ol-şoerayê Bihar) bi minasibeta vê buyer / hadisa şiîrên bi navî ” Topa Orisan ” çêkirine ku li dîwana şiîrên wî hatîye nivîsîn.

Li menteqa Kurmancên Bakura Xorasanê jî xelk bi rêberîya Cecoxan sa parastin ji xwestên heqanî yên meşrûteh serhildan çêkirin. Cecoxan serdarê milî yê kurmanc (Bakûra rojhilat ya Îranê) li ciwanîya xwe bavê xwe ji dest da (bav rehmetî bû). Li zemana înqilaba meşrûte li sala 1906,an ya zayînî / mîladî hikûmeta adî û mihelî ya kurmanc mesûlîyeta tarîxî /dîrokî ya bavê wî dane wî, bi vê rêya ew bi resmî bû hikumranê / serokê menteqa kurmanc bi merkezîyeta Miyankûh. Li wê wextê Orisîyet û Êngilîs li ser tesmîmgirtin /biryargirtin yên Îranê tesîrdar bûn. Cecoxan ji dû demekê da talaş kir ku merkezîyeta hikûmeta mihelî ya kurmanc biguherîne şehrî Qoçanê  (ku merkeza tarîxî ya hikûmetên mihelîye kurmanj ji sala 1610,î zayîvî pê va bû) daku resmen hikûmeta îyaletî – welayetî ya meşrûte li menteqa kurmanj élanbike, û bi vê rêya hêzên milî û qomî li dijî Orisan ku menteqa kurmanj dagîrkiribûn / îşqalkiribûn, kom bike daku wan mecbûr bi terk kirina Îranê bike.

Ji dû bombaran kirina herema Îmam reza, Orisên Tizarî ku serdarê milî yê kurmanj însanek qewî û bêtirs û li dijî hedefên êrêşa xwe didîtin li rêya girtina wî derketin. Cecoxan bi hemkarîya sitûn pêncim (alîkarên Mohemed Alî Şah ku dijberê dimokrasî ya meşrûteh  bûn) carekê hate girtin lê çinku ew serdarekî pir ostakar û qewî bû bi zîrekî û hoşmendî û çelengî ji bendîxana Orisan revî.

Cecoxîn xebata xwe li dijî Orisan (hêzên bêgane yên li dijî dimokrasî û azadî li Îrana meşrûte) û Mohemed Alî Şah yê ji hikûmetê berkinar kirî ku li sifaretxana (balyozxane) Orisan penaber bûbû (hêzên hundir welêt yên li dijî dimokrasî û azadî li Îrana meşrûte) berdewam kir û li qereqûl û meqerên wan li menteqê û xeta serhedê (Bakûra rojhilat ya Îranê) êriş dikir û efser û serbazên Orisan (Selatên Orisan) yên dagîrger digêhandine cezayên karên xwe, tifang û yaraqên wan jî li nav siwarên xwe û qoşûna kurmanj pareva dikir daku ji xwe difa kin.

Orisan bi resmî ji hikûmeta wê wextê ya Îranê xwest ku Cecoxan, ev rêberê timêşe qehreman û camêrê natirs û navdarê hêja yê kurmanj, destgîr kin, lê doletê jî gotibû ku alîkar û piştgîrên wî li menteqê pir in û va kara ji dest me nêye. Ji dû vê encama da Orisan gişt hêzên xwe li dijî Serdarê milî kurmanj, amade kirin û şandine teqîba wî. Van teqîban jî ti eser nekirin. Cecoxan rêberê natirs û naskirî yê meşrûtexwazî kurmanj, dostdarê miletî kurmanj û Îranîyekî li dijî Orisan (dagîrgerên bêgane yên li dijî dimokrasî ya meşrûte li Îranê) bû ku ji alîyê xelkî menteqê û piştgîrên nizama meşrûte ya Îranê dihat hezkirin.

Cecoxan dost û yawerê zehmetkêşan û sitemdîtîyên kurmanj û xelkên mehrûm yên Îranê bû û sîstima dimokrasî ya meşrûte mîna hikûmeteke pareva kirî (qismek fidiralîsm a menteqeyî li wê çaxê) sa Îrana çend milîyetî ra minasib dizanî ku ji rêya wan xwestên bi heq û qanûnî yên xelkî Îranê bi cîh dihat.

Cecoxan bi qowet girtina dijberên azadî û dimokrasî li Îranê, û bi xîyaneta ostûna pêncim ya li dijî meşrûte ku bi alîkarîya Orisên dagîrger (îşqalger) hatibûn, li meha Behmen ya sala 1290,î ya rojî (1911,an ya zayînî) li çîyên tijî berf yên Axmezar û Êspîyanê (Bakûra rojhilat ya şehrî Qoçanê), bi mezlûmî û canesarî sa destxistina heqên milî û ferhengî yên xelkî kurmanj, û rêz û hurmetkirin li xelk û welatî xwe bi destên dagîrgerên Orisan hate kuştin û çu dilovanîya xwe, û canê xwe mezlûmane feday azadî û dimokrasî ya meşrûte li Îranê kir.

Lê li alîyê dinî Îranê, hêzên micahidên meşrûte yên menteqên Bakûr û Başûra Îranê (sala 1288,an ya rojî / 19 January 1909 zayînî) gihêştine Têhranê û Şah û yên dorûberên wî li sifareta Orisan penahber bûn. Înqilabgerên meşrûte, meclîsa bilind çêkirin û Mohemed Ali Şah ji padişahîyê derkirin û welî-ehdê wî Ahmed Mîrza (Ahmed Şah) li têxt danîn, li şûna wî bû padişahê Îranê, û Alî Reza Xan Azed-ol-molk reyîsê êla qacar jî bi cîhgirê padişahîya wî hate hilbijartin. Carek din meclîsa şowrayî ya milî çêbû (meclîsa duyim salek ji dû girtina meclîsa yêkim, bi beşdarîya Şahê ciwan hate avakirin) û wer ku dihat dîtin dora îstibdad teva bû û meşrûte xwaz bi serketin.

Lê xebatên meclîsê li sed sal pêş, serkut kirina Omevîyan ji alîyê qehremanê îranê, Abomoslim xorasanî û hibijartina Abasîyan, dihîne (tîne) bîra adem. Sa me Îranîyan va pirsa çê dibe ku çima Abomoslim bi xwe nebû xelîfe û Îranî ji dest bêganan sa timêşe rahet nekir. Û çima meclîsê ji dû berkinar kirina Mohemed Alî Şah komarî êlan nekir û li şûna wî kesek ji qomaşa qacar kirin Şah.

Li hidûda hezar û sed sal pêş û li sed sal pêş çima cîhê Xelîfe û Şah bi dîtina xelkî Îranê, miqedes û rêzdar bûye? Abomislim û meclîsa ewel li hember tarîxê mesûlîyeta xwe encamp dan. Lê ew yên hilbijartî ne ku paşê “ bin zer kirî “ dibine. Meclîs û xelkê li wê zeminê tecriba îro tunebû yane çareserî hêsan e.

Dimokratîze kirina avahî (sazî) ya sîyasî li civaka wehşetnak yêkdestkirî ya Îranê, tenê ji rêya teqsîm kirina emûdî (dirêjatî) ya qowên hikûmetê, yanku teqsîm kirina mesûlîyet, erk, îxtiyar û selahîyetan li nav hikûmeta merkezî û hikûmetên eyaletan, û teqsîm kirina ofoqî (pahnatî) ya hikûmetê (cuda kirin û serbixwebûna her sê qowan) tamîn dibe.

Sewa çêbûna dimokrasî li Îranê, minasib e ku sîstima fidiral ya îyaletî bi xwestin û êradeya xelkê payerijî bibe. Her îyaletê heqê îdarekirina karên xwe ji rêya; Parlimana îyaletî, hikûmeta îyaletî, qowa dadgerî ya îyaletî û destgeha emnîyetî ya îyaletî, hebe. Xelkî Îranê li kêleka parlimanên îyaletî yên xwe hem jî parlimana fidiral ya merkezî (navendî) ê hilbijarin ku ji nav vê hikûmeta fidirala merkezî ya Îrana fidiral ê çê bibe ku îdarekirina mohimtirîn karên giştî yên Îranê li hoza îxtiyara wê bibe.

Der esil va ew şîwaz û terz ji dimikrasî ya parevakirî (qeyrî merkezî) ye ku ji kal û pîrên me (mîna Cecoxan li menteqa kurmanj ya Bakûra xorasanê) li roydana înqilaba meşrûtê dixwestin wê bi şîwazekî mihelî pîyade bikin ku natemam ma.

Cecoxîn rêya azadî  û beraberî ya milî bi agahî, elaqe û girîngî hilbijart, canê xwe fedayî hêjayîyên modêrn yên civakî (îctimayî) û azadkirina xelkî xwe kir. Navî Cecoxîn bi rindî û qencî li tarîxa menteqê Kurmanc û Îranê mîna roya bi tav û tîn (têhn) heta dûmê dinê ronahî û şewq dide. Cecoxîn dixwest ku mafên (heqên) ferhengî, sîyasî, aborî (êqtesadî), milî (neteweyî), û … yên xelkî kurmanc û der esil êhtiram (rêz) li beraber – hiqûqî sa gişt milîyetên îranê li bin hikûmeta parevakirî ya meşrûta Îranê (fidiralîsma adî ya îyaletî – wilayetî) da pîyade bike. Cecoxîn talaş kir daku bi bêhinfrehî û layîq bûna xwe, li ser şîwa zindigî (şîwaza jîyana) xelkî xwe li doza rifah û serfirazî û bêhtir kirina jîyana wan, û nicat û xelas kirina wan ji bê–edaletî ya hakimên mostebid, û destxistina serbilindî û payebilindî sa tîke milîyeta kurmanc (pare milîyeta kurmanc / parçe netewa kurmanc) li menteqa bakûra xorasanê bi tesîr û karsaz bibe.

Herçend ku Cecoxîn bi talaşên bêguman û newestîna xwe negihêşte erman (armanc) û qesd û arizûya xwe ku ewana: azadî, beraberî, îftixar û êhtiram danîn bi nasnameya milî kurmanc, serfirazî û rifah sa xelkî wê menteqê bûn, lê rêya serbilindî, rûmet û  bîhnpakîyê sa bi dest xistina ev tiştên mohim sa nesilên dû xwe dûz û serast kir û rênema bû. Ruhê pakî Cecoxîn li asmanê menteqa kurmanc ya Bakûra Xorasanê difirîye û digerîye û bi dengî bilind û bangê bihîstinê, dilxwazane teqela dikê û digerîye, daku herikîn û têgerîn û gêhandina armanc û arizûya pak ya wî li menteqa kurmanc bibîne. Ruhê Cecoxîn li mala wî ya dawîyê rahet û aram ranakeve, meger ku xelkê wî li menteqa kurmanc li xwestên xwe hakim bin, rahet û li aramîyê zindegî (jîyan) bikin.

Herçend ku milîyeta haikm, timîşe nexşe û pilan va bûye ku nav û navdarîya kes û rêhberên navdar yên milîyetên mehkûm li notfê xefekin û bixeniqînin, û sa gihêştina xwastên xwe yên nasalim wan ji meydana tarixa Îranê bavêjin der, lê îro bi piştîvanî û xebatên xizan û zarok û dersxanên milîyetên mehkûm ya Îranê, va şîwaz û rêya hikûmet kirinê û sansûr kirinê bûye şermezarî û bi ser neket û şikest xwarîye. Pîrûzî û bi serketina xelkên Îranê sa Îraneke azad û ava sa gişt Îranîyan, nîzik e.

Cecoxan, herçend ku tu li nav me ninî lê xwîna te ya pak li nav reg û demarên ciwanên kurmanc yên Bakûra Xorasanê diherikîye. Bi ruh û xwina bi naheq rijîyayî ya te sund dixwim, da gihêştina heqên milî yên menteqa kurmanc, rêya te berdewam e. …

۞۞۞۞۞۞

ججوخان سردار ملی کُرمانج

(منطقه کُرمانج ، شمال شرق ایران)

Cecoxan e, cecoxan e

Dijmen ji te herasan e

Xanê xanan Cecoxan e

Va çîyayî ha pir xopan e

Birîna wî pir bi jan e

Li dilê wî  ma erman e

Hespî ceco hîn canî ye

Xorcîna wî tirmanî ye

Tifanga wî Almanî ye

ji xorcînê, ji xorcînê

Destmal daye ser birînê

Çekme kişand ji nav xwînê

Ceco bi xwe li gawê da

Gullêk lê ket li dawê da

Xwîn diçû bi ser kawê da

Cecoxano tu hişîyar wi(bi)

Dijmin hatiye dibe dawi

Telê te ku peyda nawi(bi)

Xanê xanan Cecoxan e

Dijmen dike herasan e

Cecoxan ji Zengilan e

Bi də koştina selatan e

Hevdu dane ber gullan e

Xanê xanan Cecoxan e

Dijmen ji te herasan e

Ceco girt seri çîyan e

Li wan zawan kir tofan e

Wî ar berda selatan e

Xanê xanan Cecoxan e

Dijmen ji te herasan e

Çend şev û ro wî kir ceng e

Meydan li dijmin kir teng e

Selat mabûn mat û meng e

Xanê xanan Cecoxan e

Dijmen dike herasan e

Li zengilan bû bihar e

Zemîn bi xwîn lalezar e

Dijmin bəye tar û mar e

Xanê xanan Cecoxan e

Dijmen ji te herasan e

Cecoxan e, Cecoxan e

Xirab dike ambaran e

Dide feqîr bêçaran e

Cecoxan e, Cecoxan e

Sa xelkî xwe bəye xan e

Piştîvanê bêçaran e

Va serdara Cecoxan e

Tifang li warê pîlan e

Ar berda ye selatan e

Ceco derket ji serhedê

Selat çûne red bi redê

Xwîna wî berdane herdê

Xwe firoşan ji nizanî

Bi dijmin ra kir tebanî

Malik li kurmancan danî

Xanê xanan Cecoxan e

Dijmin dike herasan e

Leave a comment