Gotina li barey girtina Şaîrê zanayî kurmanc li Xorasanê

Sazimana Xelkî Kurmanj, girtina Alî-Reza Sipahî mehkûm û şermezar dike. Em ji gişt komcivîn, komel û sazimanên însandost û parastîyên mafên mirov (hiquq beşer) li Îranê û seranserî Cihanê dixwazin ku sa azadkirina wî hevkarî bikin.
 

Gotina Sazimana Xelkî Kurmanc li barey girtinaşaîrê giranqedir û nivîskarê zana Alî-Reza Sipahî Laîn
Dixwazîya Sazimana Xelkî Kurmanc ji gişt azadîxwaz û sazimanên însandost û mafên mirov (hiquq beşer) li Îran û seranserî donê:Roya şemîyê 30 July 2011,an li saet 1:30 danê êvarî, çar nefer ji memûrên îtila,atî yên sipahî pasdaran bi libasên şexsî û b ecaze û destûra qanûnî rijîyane mala şaîr û nivîskarê hêjayî kurmanc yê xorasanê cenabê Alî-Reza Sipahî Laîn li Şehrî Meşhedê.Kesên zanîst mîna Alî-Reza Sipahî ji sermîyên ferhengî û qomî yên menteqa bakûra rojhilat ya Îranê ne û der esil layîqê teşwîq kirinê û tarîf kirinê li doza serbilind kirina ferheng û edebê ne, û ne bêrêzî û bêhurmetî û pestkirin û koncê bendîxanan.Cenabê Alî-Reza Sipahî li yêkim Meha Dêy ya sala 1350,yî Rojî, li kela sengdîwar ku li ser dêhistana Layînê ya şehrî Kelatê ye hatîye dinê. Cenabê Alî-Reza Sipahî zewcîye û sê qêz (15, 9 û 7 salî) hene. Wer ku ew bi giştî bêguneh ye û hem ji alîyê tendirustîyê da jî nexweşîya şekerê/ qend (dîyabêt) heye û her ro gerê dewaûderman bibe, loma malbata wî pir pir narahetê halê wî ne, bi her awayî şekera xwînê balans û muwazina xwe ji dest bide ew bi fişara rûhî û hêrsa esebî va dikeve lerz û ricifê. Malbata wî li wexta girtin û toqîfkirin a wî heta niha ji wî ti xeber tune û nizanin ku li kuderê ye û hal û wezîyeta wî ji alîyê tendirustîyê da jî ew nerahet û xemgîn kirine. Wezîyeta cismî ya wî pir pir xeternak e.Rijîma naheq ya îslamî dixwezîye çêkirina zorgoyî û serkêşîyê mîna ebzarekî bibe sa çêkirina tirs û xofê li menteqê daku bi rêya wê xelk ji xwastên qomî û mafên xwe yên mirovahîyê (însanîyê) dest bikişînin, Lê bi van karana hem nifret û bêzarî û bîhntengî ya xelkî menteqê ji rijîma îsalamî, û doleta tundûtûj û nedûz hey pirtir dibe, hem jî biryara xwestên qomî û ferhengîyên wan hey bi qowetir û bihêztir dibin.Sazimana Xelkî Kurmanj, van adet û xûyên qeyrî însanî, dijî mirovahî, xav û hişk û bêedeb û bêqaûnî ya rijîma îslamî mehkûm û şermezar dike. Ji gişt komcivîn, komel û sazimanên însandost û parastîyên mafên mirov li Îranê û seranserî Cihanê dixwaze ku sa azadkirin û rizgarîya Alî-Reza Sipahî gişt talaş û xebatên lazim bikin, û li miqabilî van adetên bêexlaqî û dijî însanî ya rijîma îslamî xef û bêdeng nebin.Sazimana Xelkî Kurmanj sa azad kirina Alî-Reza Sipahî ji rêyên minasib û komcivînên mafên mirov yên navneteweyî emel dike û dû vê mişkûla jî ê bigire. Sazimana Xelkî Kurmanj10,im Agost 2011

Leave a comment