Reşîdxan (Serdarê giştî Qoçan) û hikûmeta mihelî a Kurmanj

dema nivîsê Tuesday, 08.November. @ 12:52:25 CET

Mîr Husên xan şica-al-dole (Reşîdxan), Êlxan û hakim (Mîr / Emîr) ê hikûmeta mihelî ya mîrayeta xelkî kurmanj bi merkeza Qoçanê li bakûra xorasanê bû, û yêk ji kesên xêrxwaz û dostdarê xelkê û pir bi qodret bû.



 

Reşîdxan (Serdarê giştî Qoçan)

 

35 sal Mîr û Hakimê Mîrnişîna Kurmanj ya Bakəra Xorasanê

(ji sala 1858,an heta 1893 ya zayînî)

 

 

 

Mîr Husênxan şica-al-dole (Reşîdxan), Êlxan û hakim (Mîr / Emîr) ê hikûmeta mihelî ya mîrayeta xelkî kurmanj bi merkeza Qoçanê li bakûra xorasanê bû, û yêk ji kesên xêrxwaz û dostdarê xelkê û pir bi qodret bû.

Êran li wê wextê bi terza (tewra, cəra) Mîrnişînî û îyaletên cuda cuda ku hikûmetên mihelî yên xwe hebûne, êdare dibû. Welatê Êmarat Motehêdê Arabî hîn jî ew cəre hikəmeta dagirtîye ku bi xwe cərek hikəmet a parevakirî yan hikûmeta fîdirala urfî (bi resm û rêça berê) hesab dibe. Kûdita Reza Şah sîstima Mîrnişînî ya Êranê (Hikûmeta fîdirala urfî ya Êranê) bi zor û xwîn-rêjî guherand bi hikûmeta merkezgira ûîstibdadî (çêkirina yêk milet û yêk dolet sa Êrana çend-miletî bi rêya zor û tepserîyê) ku ji dû reza şah da jî hate domandin (êdame dan).

Hikûmeta sîh û pênc sale ya Mîr Reşîdxan bi merkezîyeta (navenda) Qoçanê bûbû sebeb ku Qezaq û Tirkmanan ji dest avêtina bi menteqa Xorasanê destbikişînin, û aramî li menteqa bakûra xorasanê hakim bibe. Bi xatirê pêymanên bêfedî û nengîn ku li hikûmeta Qacar hatine girêdan, hin ji şehrên bakəra-rojhilat ya Êranê cuda bûn û dane Orisan (sipartine Orisan).

Pêymana Axal jî yêk ji wan nengîn-nameyan bû ku Nasir-Aldîn Şah bi ser xelkê Êranê xist. Şehrên Kurdnişîn mîna Fîrozê û Baxir ku niha jî li Tirkmenistanê têne ber çav, beraber bi pêymana Axal gerê bidana Orisan. Çend caran ji alîyê hikûmeta merkezî ya Êranê bi hikûmeta mihelî ya Mîr Reşîdxan Şica-Aldole (Serdarê Kul / gişt û Êlxanê giştî yê îtihada / yêk konfidirasyona Êlên Kurmancên bakûra xorasanê – Konfidirasyona Êlên Zehferanlo) jî destûr dabûn ku herin menteqê û Şehrî Fîrozê radestî Orisan bikin (bidin bi Orisan). Lê Reşîdxan her car bi manên cər bi cər neketibû bin vî barî û nedixwast ku qismek ji serzemîn û meskena Kurdên bakəra xorasanê (ku bi rijandina xwîna xwe û ya azîzên xwe va ew dagirtine û hidûda wê parastine) bi xatirê kêfxweşî û herzetî û bêlayîq bəna Şah û hem jî ruşwet û dizî ya li derbar, cuda bibe û bisipêre dest bêganan. Li axirê (li dawîyê) Nasir-Aldîn Şah şandîyê (qasidê) xwe yê xisûsî (taybetî) bi navê Mihemed Sadiqxan Emîn-Nizam ji merkez şand û bi tekîd destûr da Mîr Reşîdxan Şica-Aldole ku Şehrî Fîrozê teslîm û radest bike. Çinku şehrê Fîrozê li menteqa hikûmeta mihelî ya Reşîdxan Şica-Aldole bû vê cara ew naçar ma û çav bi hêstir bi rê ket, bi kesên nîzikî xwe ra got ku doa bikin va sefera bi cîh nêbe, çinku teslîm kirinê qismek ji serzemînê xwe bi destên xwe bi xelkî bêgane bi rastî derdnak e û nengîyêke tarîxî ye.

Bi herhalî (herwiha) karvanên vê sefera ji şehrî Qoçanê rû li Farojê bi rê dikevin. Heta wê derê bi erabê (kalîske) çûn û paşê ji Farojê pê va Mîr Reşîdxan hewesî hespsîyar bənê dike û ji erabê dadikeve û li hespî reş ku berê ji alîyê şah û hikûmeta merkezî jê ra şandibûn, sîyar dibe. çinku Mîr Reşîdxan bi kal bəna xwe jî hespsiwarekî jîr û destbikar bəye, yên din jî ji pê wî da ji erabê dadikevin û bi hespan rû li şehrî Fîrozê hereket dikin. Hîn tiştek rê (kêmek rê) ji Farojê dər nebəbən (li nêzîkê kela Pirzil-ava / Birzil-abad) ku hespê Emîr Husênxan û şandîyê şah ku li qorekê hereket dikirin, li hev dikevin. Hespê Mîr rû li piştê vedigere û lingê Mîr li rikaba hêsp (zenguya hêsp) gîrdike û li bin hêsp da dimîne. Dixtorê (doktorê) xisûsî yê wî û dixtorên ku ji Orisîyet hatin jî bê efaqe bûn û derman jî ti netîce neda û roya din li emirê nîzik li heştî salî da çû dilovanîyê û rehmetî bû yani li roya diduyan ya sefera xwe wefat kir, (Îro du ro ne lêlo, sibe sê ro ne lo … Reşîd nehatiye lêlo, dil dişewite lo). Hevrê û kesên ku xeberdar bəbən, pir narahet û xemgîn dibin û cinaze / meyt bi parçêk ji qomaşî reş pêçandin û li nav erabê danîn û vê cara qe ew hespê reş cinaze dikişîne (barkêşê cinaze / mêyt dibe).

Belê mêrxasên dilsoz û şerîf yên kurmanc li bakəra xorasanê ji alîyê xelkî wê menteqê da ne bi tenê hêç ji bîr nabin, belku rêya wan dikin serçîn û sermeşqa xwe sa bi dest xistina xwestên xwe yên heqmedar. Li vê wexta bû ku Serdar Yêwezxan Celalî (Yêbezxan Celalî) li serheda şehrî Fîrozê li dijî hikûmeta merkezî û vê pêymana nengîn û bêrû (bêavrû) / bêrumet qîyam kir (serhildan çê kir).

 

Îro du ro ne lêlo sibe sê ro ne lo

Reşîd nehatiye lêlo dil dişewite lo

Way awy Reşîdxan serdarê kulî (giştî) Qoçan (2)

Hespê şah bêxwedî ma û em daxdar kirin way

Dijmen şa û em xwar û zar kirin way

Qoçan bêsahîb û em xakisar kirin way

Way way Reşîdxan serdarê kulî (giştî) Qoçan (2)

 

Wefata Mîr Husênxan şica-Aldole (Mîr Reşîdxan) ev mêrê sîyasetmedarî mezin ê tarîxa kurmanj, li roja yêkşemî 30,î Mehr-mah 1272 Rojî, beramber bi 22,ê Oktobir 1893 Zayînî ye, cinazê wî bi îcrakirina mersimên taybet rakirine Meşhedê ê li zîyaretgeha Îmam Reza li nav goristana malbatî ya Zehferanlo li kêleka bira û cedên xwe defin bû (sipartine xakê). Mixabin (bi esef) li roja Înîyê 26,ê Aban-mah ya sala 1272 Rojî, beramber bi 17,ê Novambir ya sala 1893 Zayînî jî herdhêj (zilzile) a Qoçanê çê dibe (pêk tê), şehr bi giştî hildiweşe û hêjmarek pir li bin dar û dîwaran dimînin û ji beynê terin. Ji mirina Mîr Reşîdxan heta herdhêja Qoçanê 27 roj bəne. Bi vê terza her du hadise (îtifaq / buyer) nêzîk bi hev in û merasimên tezîyet û fate-xanî jî dikevine dû hevdu û bi hev ra têne girêdan.

 

Qoçan xerab e lêlo Meşhed abad e lo

Way way Reşîdxan serdarê kulî (giştî) Qoçan (2)

 

Kurmancên xorasanê (bi xisûs bi hevkarîya bano Esmer xanim hevser a Şica-Al-dole), şiîrê » way Reşîdxan « sa mirina Mîr Reşîdxan Şica-Al-dole ra çê kirin, û li merasima tezîyet (rehmet û fate-xanî) û defin kirin / sipartin xakê, û li ser mezar a wî îcra kirin. Hema li zilzile (herdhêj)a Qoçanê ku xisareteke pir derdnak û pir bi şewat bû xelkê ew li merasima tezîyet û dilovanî (xemgînî û reş girêdan sa kesera jan û derdan) ya azîzên xweyî ji dest dayî jî îcra kirin, daku ji vê rêya dilovanîyê û tezîyetxanîyê hem xem û êşên xwe aram bikin û hem jî ruh û giyana mirdên (mirîyên) xwe bilind û ber bi jor kin.

Reşîdxan navek (leqebek) bû ku xelkî kurmanc dabûne ser Mîr Husênxîn û der esil kelema Reşîd sa kesên ku delîr û natirs in tê bi kar anîn. Kelema ” Şica-Al-dole ” leqebek bû ku hakimên Faris yên merkeznişîn (Nasir-Al-dîn Şah Qacar) dabûne ser Mîr û haikmê menteqa kurmanc ya bakûra xorasanê (sa xizmeta bêtirs dilawerî û cengawerîya wî li beramberî hicim û yêrîşa Ozbekan û Tirkmanan), Lê sa xelkî menteqê ew gotina kurmancî yani ew bêjeya Reşîdxan adî bûbû û li ser zimîn e.

Bi rastî şiîr û məzîka yêkim ya ” way Reşîdxan ” bi zimanê kurmancî bû, û derd û tesîra xelkê ji mirina Mîr Husênxîn û paşê jî rûydana herdhêja Qoçanê nîşan dida. Her çend ku îro îcra kirina wê bi nav demeke dirêj da li rêça məzîka şad cîh girtîye.

Ji wir ku kurdên bakəra xorasanê li alîyê serheda Êranê ya bakəra rojhilhat in, ku wek yêk ji niqtên ku Êran timêşe ji vê rêya da ji alîyê êl û qomên mihacim yên alîyê Xwarezim da dihatine bin yêrîşê, loma kurdên xorasanê timêşe li ber koştar kirin, xaret kirin, hêsîr kirin û aware û derbiderîyê bûne. Tengasî û dijwarîyên derdnak û dil-rêş ji xasîyet û taybetîyên vê cəre zîndegî (jîyan)a bûye, û van xasîyetan jî tesîrek serast li ser məzîka xelkî kurmanc danîye.

Bi giştî məzîka mexamî / meqamî ya vê navça sa rûydan û îtifaqên ku dihatine serî xelkê çê dibûne. Qismek ji məzîka bakəra xorasanê məzîka çîyayî ye, mîna çîyên Hezarmeçîtê li hêla Layînê, Şahîcan, Gulîl û Zozanên Atrekê, mûzîka çîyayî bi deng berdanê va çî dibe, û li hember bi mûzîka colegê bi qowetir, bi dengtir û bi leztir e.

Mexama ” ela / la / lo mezar e ” , hengek e ku ji dû xaret û koştar û hêsîr kirinê li ser mezar (qebir / gor / tirb)a azîzên xwe yên mirî dihatîye xwendin. Ela (la / lo) mezar e, va çi rozigar e? Mixama ” du qerse “, ji dû pirkujî û qir kirinan, mirîyên xwe li navbeynê kom dikirin û li dora cinazan (meytan) diçerxîn û zikir dikirin û va bû destpêka lîstina du qersê. Mixama ” Enarekî ” girêdayî bi wextên ku ji dû yêrîş û hicim kirina bêganan, û koştar û berhev / berif bən û komkirina cinazan bəye, ku jin li dora cinazan kom dibûn û nar diavêtin (davêtin) û girî û zarî dikirin. Mexama ” Heray ” bangî û qîrîn li ser çîyan e û nîşana zîndegîya tijî îtifaq / rûydan û pir şewat û derbider bəna xelkî kurmanc e. Mixam û hengê ” Way way Reşîdxan ” ji dû mirina Reşîdxîn, sa şidet û tengasîya îtifaqa ji dest dana wî çê bû û bi destê bexşîyan (stiranbêjan) jî kêmzêde hate domandin.

Bi giştî pir ji hengên ku li bakəra xorasanê zemanekê sa merasimên xemgînî û dilovanîyê îcra dibəne ji də redbəna salên dər û dirêj (demeke dərədirêj) aram aram rewşa wan ahtîye guhertin û heta carina ji wan sa hengê lîstikê îstifade dibe. Mîna » way reşîdxan « ku li destpêkê sa hal û rewşa xemgînîyê bəye, îro məzîkeke şad û sa lîstinê ye. Li zimanê kurdî, zarava yan lehcên kurmancî û soranî kêmekê bi hev ra ferq dikine, (helbete ku va normal e û ji xwe dewlemendî û besît bəna zimanê pir rind û şîrîn ê kurdî digihîne, Kurd li her derê û bi her lehcê ku sohbet dikin gerê (divê) loqet û kelemên menteqên xwe biparêzin û bidomînin ku bi xwe qismek ji gencîneya mezin ya ziman û çand û edeb a miletê kurd e). Ferqa nav wan carina li hêla məzîkê jî bêlə dibe, sa nimûne (wek mînak) em dikarin li hengî » Lo « îşare bikin ku yêk ji rindtirîn, esîltirîn û kevintirîn (kuhnetirîn) aheng û awaza kurdî ye ku wech û rewşa cudayîya kurmancî û soranî jî ye. Menîya wê va ye ku eger kesek bikaribe » Lo « îcra bike û bixwîne, ji Kurmancan (Kurdên xorasan, Warmeye, Kurdistana bakûr, Kurdistana rojava, kurdên behdînan li başûr û yan ji kurdên menteqa qerebaxê li qefqaz) e.

Şiîrên kurdî pirtir bi şiklên hecayî (sîlabî / kîteyî) ne ku hêjmara sîlaban / kîteyan dikare ji heşt kîte heta şanzdeh kîteyan bibin. Stiranên evînî (aşiqane) pirtir li qalibên heşt kîteyî ne ku helbete hêjmara sîlaban dikare ji heşt heta şanzdehan bibe. Hengê »  Lo «   pirtir li qalibên yanzdeh heta şanzdeh kîteyî ye.

Li barey » Lo « yan » La « ku li zimanê Farisî kêm-zêde menîya xizîn (zarok) dide û der heqîqet bange xelkê (mirov) kirin e. Li waqîyet da kelema » Lolo / Lala / Lêlo « bi mêran (mirov) û yan jî bi giştî bi xelkê ra tê gotin. Eger sa jinan ra bibe » Lê / Lêlê « dibên (tenê sa agahdarîya we : kesên ku li xwendina hengî Lo pir hosta û karbidest in pê ra Lologer dibêjin, Lologer bi giştî ti sazî nikarin lêxin lê pir rind heylo dikin, ji Lologerên qewî û bi navûdeng li bakûra zorasanê em dikarin rehmetî bano Gulçêhre / Bano Şîrwanî, û cenabê Emîrqolî Xedeng Alxasî û … nav bibin).

Bi vê rewşa û pê va kêm kêm hengê » way reşîdxan « paşê li nav zemaneke dər û dirêj da alguher bûye (ji v alîya xwe guherandîye alîyê din) û ji rewşa xemgînîyê rû li şadîyê çûye û li nav Êranê belav bûye.

Wer ku hate gotin şiîrê » way way reşîdxan « li yêkim car sa merasima xemgînîyê û tezîyet / fatehxanîya Şica-Al-dole çê bû û bi zimanê kurmancî bû û paşê sa îtifaqa zilzila (herdhîja) Qoç jî îcra bû, ji dû ra hemweten (hevwelatî)yên azîz yên Faris yên merkeznişîn bixatirê serdestîya zimanê Farisî (zimaê resmî û fermî û nivîsînê li Êranê) ew bi Farisî wergerandin, û aheng ji rewş û cuher û meya xwe ya eslî derxistin. Helbete Kurdan li menteqê kêm-zêde ew bi zimanê kurmancî dixwendin, wer ku heta li merasima fatehxanîya serdar Seyd-Reşîd (ku bi təşî şibaheta navî bi Reşîdxan Şica-Al-dole ra) li sala 1332,ê Rojî ew hem bi Farisî û hem jî bi Kurmancî îcra kirin (Seyd-Reşîd jî yêk ji serdarên qehreman ê Kurmanc bû ku li sala 1320,î ya Rojî sa mafên xelkî kurmanc li dijî hikûmeta merkezî serhildan çê kir û canê xwe jî bi vê rêya feday xelkî xwe kir). Bi herhalî (herwiha) vê ahenga pir hilgerîn û dagerîn dîtine, û va babeta jî sa ronahî kirina rewş û rêça vê ahenga ra û bi hev xistin û asîmîlekirina wê hatîye nivîsandin.

Omîdwarim ku Bexşî (Stiranbêj) û Aşiq (Dengbêj)ên azîz û hunermendên giranqedir ên kurmanc li xorasanê bikarin vê yadigar û bîrxoka tarîxî a merasimên xemgînîyê ya kurmancên xorasanê bi zimanê kurmancî îcra bikin û wê bi esil û cohera xwe vegerînin / biçerxînin. Li merasimên qomî û serbilindî ên kurmancî û hem jî li merasimên xemgînîyê sa mirîyên xwe îcra kin û bi vê rêya hem çanda dewlemend a kurdî bixemilînin, û hem jî li mirîyên xwe ehtiram daynin, û ruh û giyana wan bi vê ahenga tarîxî ya şewatê û hevgirtin û sekinîn li xerîbîyê, şad û cîhbilind bikin.

 

Îro du ro ne lêlo sibe sê ro ne lo

Reşîd nehatiye lêlo dil dişewite lo

Way awy Reşîdxan serdarê kulî Qoçan (2)

 

Lazim e bêbe gotin ku, ahenga esil a kurmancî ” way Reşîdxan ” li rêza Şartir û 6 li 8 e. Lê paşê ew carina li rîtima 2 li 4 jî îcra kirine. Bi giştî, pir ji ahengên ku li bakûra xorasanê zemanekê sa keser û xemgînîyan îcra dibûne, ji də redbəna salên dər ə dirêj da, aram aram rewşa wan hatîye guherandin (alguher bûne), ji wan carina wek ahengên lîstinê jî îstifade dibin. Mîna ” way Reşîdxan ” ku li destpêkê sa xemgînîyê bəye, lê îro məzîkek şad û sa lîstikê ye.

Îro du ro ne lêlo sibe sê ro ne lo

Reşîd nehatiye lêlo dil dişewite lo

Way way Reşîdxan serdarê kulî (giştî) Qoçan (2)

 

Tu çûy te negot lêlo, yarek min heye lo

 

Li şehrî xerîb lêlo, dildar min heye lo

راه راه Reşîdxan serdarê kulî Qoçan (2)

 

Va kincên kê ne lêlo, kincê yarê ne lo

 

Dixwazim bişom lêlo, bi ava gulan lo

 

راه راه Reşîdxan serdarê kulî Qoçan (2)

 

Kincê hakim e lêlo, bi çavan bişom lo

 

Gul bihara me lêlo, bi çavan bişom lo

 

راه راه Reşîdxan serdarê kulî Qoçan (2)

 

Mîr Reşîdxan (Serdarê kulî Qoçan)

میر رشید خان (سردار کل قوچان

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/0/CsQXPhzfTeM

http://www.youtube.com/watch?v=uP9rQbuq9Qk

http://www.youtube.com/watch?v=sjNYViQZLkE

http://www.youtube.com/watch?v=D6QCaY2ES3k

http://www.youtube.com/watch?v=XVqiYX423H0

http://www.youtube.com/watch?v=Dg2_okcSiZU

 

Leave a comment