Daxuyanî : Hevkarîya Hizbên Komele û Demokrat
dema nivîsê Monday, 17.September. @ 17:12:18 CEST

Qerara hevkarîya du Hizbên Komele û Demokrat mîna xalek girîng rû li bi dest xistina mafên netewa kurdî ye, û destpêkek minasib sewa hevkarîyêk girtir ” koma hevgirtî ya  kurdên rojhilat ” li Kurdistana Êranê ye, û netewa kurd layîq û hêjayî vê koma hevgirtî ye.


Gotina Sazimana Xelkî Kurmanj li barê qerara hevkarîya Hizbên Komele û Demokrat a Kurdistana Êranê :Wer ku li dirêjahîya dîroka netewa kurd da, neyarên netewa kurd ji yêkitî û hevkarîya kurdan wehşet hebûne, û timêşe li fikira ji hev xistina wan û hikûmet kirinê bûne, loma li ser netewa kurd hikomet kirine, û xelkê kurd jî timêşe feday vê sîyaseta tijî qilêr û dijî mirovahîyê bûne, hesas bəna hinek ji êranîyên nasyûnalîst li hemberî qerara hevkarîya du Hizbênn Komele û Demokrat bi xwe vê xala bi zelalî ronahî dikê û tîne ber çav.Hema pêşketina ragêhandinên dîjîtalî û teknolojîya enformatik bûye sebeba ku xelkî kurd hem bi mafên xweyî mirovahî û komcivînî agahdarîyên zêdetir bigirin û hem jî xalên xweyî zayîf ên dîrokî bi şîwên minasib saxbikin daku ew dubare pêşda nêbin.Sazimana Xelkî Kurmanj (Kurdên menteqa bakûra Xorasanê) wer ku hevkarîya du Hizbên Komele û Demokrat mîna xalek pir girîng rû li bi dest xistina mafên netewa kurd dizane, wê destpêkek minasib sewa hevkarîyêk girtir ku gişt organên sîyasî ên kurd li rojhilat li bin sîwanek ” koma hevgirtî ya kurdên rojhilat ” berhev bike dibîne, ku tezmînek sa mafên netewa kurd li pêşerojê li nav Êranê dibe, û bi rastî netewa kurd layîq û hêjayî vê xala girîng ya koma hevgirtî ye.
Sazimana Xelkî Kurmanj(Kurdên menteqa bakəra Xorasanê)www.kurmanj.org

Leave a comment