400

Roya çar-şemîyê 24,ema Aprîl ya 2013,an ya Zayînî, cenabî Afrasiab Shekofteh berpirsê sazûmana xelkî kurmanj a xorasanê li cîhê deftera hikûmeta kurdistanê li Londonê bi bano xanim Beyan Samî Abdul-Rahman nunera bilind paye ya hikûmeta kurdistanê dîdar û goftûgoyek dostane kirin.

Dîdarek dostane ya berpirsê sazûmana xelkî kurmaj a xorasanê û nunera bilind paye ya kurdistanê li Brîtanîya

Roya çar-şemîyê 4,ema Ordîbihîşt ya sala 1392 Rojî, beramber bi 24,ema Aprîl ya 2013,an ya Zayînî, cenabî Afrasiab Shekofteh berpirsê sazûmana xelkî kurmanj a xorasanê li cîhê deftera hikûmeta kurdistanê li Londonê bi bano xanim Beyan Samî Abdul-Rahman nunera bilind paye ya hikûmeta kurdistanê dîdar û goftûgoyek dostane kirin.

Li destpêkê Cenabî afrasiab Shekofteh li barê rewş û wezîyeta kurdên menteqa bakəra xorasanê (Bakûra-Rojhilat a Êranê) agahîyên minasib û lazim gotin. û ji ev ku şad rewan Mele Mistefa Barzanî rêhberê mezin ê netewa kurd bi ruh û gîyana xweyî berfireh dilsozê xelkî kurd bi giştî û bi taybetî kurdên koçber û bi xisûs kurdên xorasanê bû, ew camrêrê tarîxa netewa kurd bi bîranîn. Hînga Bano xanim Samî Abdul-Rahman gotinên balkêş û minasib li barê îrada qewî ya xelkî kurd gotin, piştîvanî û hevkarî bi kurdên xorasanê ra lazim zanîn.

Li beşek din ji vê dîdara ku cenabî Kamal Amedî nunerê Partîya Demokrat a başûrî Kurdistan û hem jî Xasrû Ajgayî hemahenger ê deftera hikûmeta kurdistanê jî ku hebûn, bi destxistina mafên netewa kurd geş û xweşhalî ye. Bi giştî mijarên minasib, mifadar û balkêş hatin gotin.

Li dawîya vê dîdar û rəniştina li ser domandina van dîdaran sa hevkarîyên pirtir tekîd kirin.

Leave a comment