Mixabin li vê ” konfiransa netewa kurd ”  hewl dane ta beşin ji netewa kurd yani tîke netewa kurd a bakûra xorasanê bi narewayî ji holê derxinin. Sazimana Xelkî Kurmancî Xorasanê vê hereketa layîq û hêjayî netewa kurd nabîne.

Ji : Sazimana Xelkî Kurmanc a Xorasanê

Bi : Kongira Netewa Kurd li Kurdistanê (Hewlêr)

Wer ku li giştan bi zelalî dîyar e bi hal û rewşên ku hîn li nav hinek ji qismên Kurdistanê hene loma jî organên sîyasî ên kurdî li van qisman navend û meqerên resmî li nav xelkî xwe tunin, mîna kurdistana rojhelat û menteqa bakûra xorasanê, û ev bûye sebeb ku xebatên hêjmarî, hêjayî û hêzên mirovî ên van organan jî li menteqê zelal û eşkere nebe. Ji bo vîya jî hin ji hizb û organên sîyasî li rojhilat ku destgahên ragihandinê (dîtinî , guhdarî) hene carina bi şîweyên teng-bînî û bi teblîqên nasalim bi şikilên cərbicər dixwazin ên din ji holê derxin, ku ev ji exlaqa sîyasî nîne.

Li van rojana (royana) rəniştineke destpêkî a ” Kongira Netewa Kurd ” li navenda seroktîya herêma Kurdistanê li şehrî Selahedîn bi hazir bəna Hizb û Organên sîyasî ên beşên cərbicərî Kurdistanê çêbəye. Mixabin li vê konfiransa netewa kurd hewl dane ta beşin ji netewa kurd yani tîke netewa kurd a bakûra xorasanê bi narewayî ji holê derxinin. Sazimana Xelkî Kurmancî Xorasanê vê hereketa layîq û hêjayî netewa kurd nabîne.

Mîna ku dîyar e hevalên azîz ên parên cuda ên Hizbên Demokrat û Komale yani cenabên Mistefa Hicrî, Xalid Azîzî, Omer Îlxanîzade, Îbrahîm Elîzade û Ebdulah Mohtedî berî civîna destpêkî a konfiransa netewa kurd li şehrî Koyê bi rəniştineke hevalî y bêyî hazir bəna organên din ên rojhilat û bakəra xorasanê biryarek xeyrî-demokratîk girtine, ku bi xeynî van azîzan, organên dinî sîyasî ku li wir nebûne li ” komîta çêkirina konfiransa netewî ” ti şûn tunin.

Û hem jî li ev rəniştina destpêkî qerar va bəye ku komîta çêkirinê ji 21 kesan ji her çar parçên kurdistanê û ewropa û menteqa bakəra xorasnê bin. Ev komîta tedarika ” Kongira Netewa Kurd ” dibîne û karên wê bi cîh tîne. Ji ev 21 kesana, para Kurdistana rojhilat (ji menteqa Wermîye girtî heta Îlam û Kirmanşan û Loristanê) û Kurdên Bakəra Xorasanê, 5 kes in. Hema çewa hilbijartina van 5 kesan nazelal, xeyrî-demokratîk û li paş perdê veşartî ye.

Em li vê qinyat û bawera ne ku barê xwar nagêje ser menzîlê, loma jî minasib e ku gişt Hizb û Organên sîyasî ên rojhilat û bakûra xorasanê bi şîwêk demokratîk û dostane û bi rêz li mafên hevdu danîn ku ber bi exlaqa sîyasîya mafdarî a sazîyên sîyasî jî ye û bi gotûbêjek navhevî li vê bara bigihêjine hevnêrînek minasib taku bi mafên xelkî kurd li gişt deran rêz bêbe girtin.

دکتر افراسیاب شکفته

Berpirsê Sazimana Xelkî Kurmanj

25/07/2013

Leave a comment